Çile 20, 2017 19:58 Asia/Tehran
  • Parlimanterên jin li meclisa Tirkîyê lihev baketin

Nakokî û gêreya di navbera parlimanterên jin li meclisa Tirkîyê bû sedem ku ew lihev bakevin.

Li gorî rapora PressTV`yê, li dewama nîqaş û gengeşeyên gurr ên parlimanteran li meclisa Tirkîyê jibo guhertina qanûna bingehîn a vî welatî, di navbera parlimanterên jin da gêre û şer derket.

Ev lihevxistina wê demê derket ku parlimantereke Partîya Dad  ûGeşepêdanê (AKP) hewl da ku nerazîbûna Aylîn Nazlikaya parlimantera serbixwe kuta bike. Nazlikayayê bi nîşana nerazîbûn destên xwe bi tirîbûna meclisê va girêdabû.

Îro Ayşe Acar parlimantera HDP`ê jî ku serê sibê ji alîyê polîsan va li Istenbolê hat girtinê, piştî dayîna îfadeyan li dadgehê hat azadkirinê. Ew bi şertê ku ji welêt dernekeve hatîye azadkirinê.