Çile 20, 2017 15:52 Asia/Tehran
  • Enqere: Şertê wêdeçûyîna Beşar Esed ji ser desthilatê rast nîne

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê hevkariya navbera Îran, Rûsiye û Tirkiyê jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê pêwîst da zanîn û ragihand ku şerta wêdeçûyîna serokkomarê Sûriyê rast nîne.

Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Şîmşek alîkarê serokwezîrê Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku Enqere, Moskowa û Têhran jibo çareserkirina  qeyrana Sûriyê bi hev re hevkariyê dikin û diyar kir: Şerta wêdeçûyîna  Beşar Esed serokkomarê Sûriyê ji ser desthilatê rast nîne.

Şîmşek ku li civîneke li kêlekê li civata cîhanî ya aboriyê li Davûsê diaxift, got: Ser qazanca Tirkiyê ye ku  qeyrana  Sûriyê çareser bike û cardinê vî welatî avedan bike.