Çile 20, 2017 12:31 Asia/Tehran
  • Şirove - Gotinên ecêb ên serokomarê Tirkiyê

Serokomarê Tirkiyê bi gotinên ecêv û bi guman li ser guhertina siyaseta derveyî ya welatê xwe ji berevaniyê bo êrîşê pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Trendê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê qala guherîna siyaseta dewleta Enqerê li hemberî hêzxurtên derveyî kir. Erdoxên got: Niha dema guherîna siyaseta dewleta Enqerê hatiye û dewlet bi piştgiriya gel siyaseta berevaniyê diguherîne û dê siyaseta êrîşa li dijî dijminan bigire ber xwe. Wî her wiha bal kişande ser dewama şer û pevçûnan li Iraqê û çalakiya endamên koma DAIŞ`ê li Tirkiyê û îdia kir: ``Armanca sereke ya dewleta Enqerê têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye û kesên biyanî li hemberî van gefan dê tûşî êrîşên giran ên Tirkiyê bibin``. Berî viya jî serokoamrê Tirkiyê gotinên viha li civîna wezîrên dewleta Tirkiyê anîbûn zimên. Tevî viya Erdoxên zêde şirove nekiriye ku dewleta Enqerê li hemberî kîjan mijarî û çi welatan siyaseta berevaniyê girtiye ber xwe.

Ev gotin li halekî ne ku di heyama çend salên buhurî da Tirkiye ji ber berxwegirtina siyasetên êrîşkerane û destwerdanê li hemberî welatên cînar, tûşî rexneyên navxweyî, navçeyî û navneteweyî bûye. Li gorî pêşîneya siyasetên dewleta Partiya serdest a Dad û Geşepêdana Tirkiyê (AKP), em dikarin vê îdiayê bikin ku Tirkiye tenha welatê navçeyê di heyama dehsala buhurî da bûye ku tu wextî siyasetên dostane û berevaniyê li bara dewlet û gelên navçeyê negirtiye ber xwe. Bi venihêrîneke kurt li ser siyasetên derveyî yên Tirkiyê di heyama zêde ji dehsala buhurî da diyar dibe ku Partiya Dad û Geşepêdanê bi dirûşmeya ``Kêşeya sifir digel cînaran`` çalakiya xwe di warê desthilatdariya siyasî li Tirkiyê dest pê kir. Lê vê siyasetê di rastiyê da û li pratîkê serê xwe negirt û stratijiyên siyasî yên Tikriyê hertim tûşî rexneya partiyên dijber bi sebeba zêdebûna nakokiyan digel welatên cînar bûye.

Rexneyên tund ên serokên partiyên dijbera dewleta Enqerê nîşan didin ku siyaseta ``Kêşeya sifir digel cînaran`` tenê dirûşmeyek ji bo bidestxistin û parastina desthilatdariyê bûye. Di vê navberê da hizûra leşkerî ya Tirkiyê li Iraq û Sûriyê ku tûşî dijayetiya ciddî ya Bexda û Şamê bûye nîşan daye ku siyaseta dewleta Enqerê li bara welatên cînar hertim êrîşkerane û xerabker bûye.

Li gorî lawaziya Iraq û Sûriyê ji ber destwerdana biyaniyan û çalakiyên têrorîstî, wer xûya dike ku dewleta Enqerê bi sûdwergirtina neçê û nerewa ji vê rewşê li pey cihanîna xwestekên xwe li welatên cînar e.

Li halekî ku heke dewleteke bihêz li Iraq û Sûriyê hebûya, eva tiştekî nemimkin û dûr bû ku Tirkiye bikare leşkerên xwe bêyî tu îznê bişîne nav axa du welatên cînar. Ji ber dewama siyasetên nedirust ên dewleta Enqerê li bara mijarên navxweyî û navçeyî, bi hezaran kes ji mirovên bêguneh ji wan welatiyên sivîl, zarok û jin û mêrên temendirêj jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî vê berboriyê, gotinên serokomarê Tirkiyê li bara guhertina siyaseta berevaniyê bo siyaseta êrîşkerane, mijarek e ku mirov dixe nav fikran. Ev pirs heye ku eger destwerdana çekdarî ya Tirkiyê li Sûriye û Iraqê beşek ji siyaseta berevaniyê ya Tirkiyê di heyama çend salên buhurî da bûye, diyar nîne ku siyaseta êrîşkerane ya ku Erdoxanê serokomarê Tirkiyê îdiaya wê dike, dê çawa be û çi dûhatan bi xwe ra bîne.