Çile 19, 2017 20:58 Asia/Tehran
  • Ilham Ehmed: Bêyî beşdarbûna kurdan, civînên Astanayê dê bê encam be

PYDya ku Tirkiye wê wek rêxistineke terorê dihesibîne, ji ber zext û zora vî welatî beşdarî civînên Astanayê nabe. Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed teqez kir ku kêşeya Sûriyê beyî kurdên vî welatî nayê çareserkirin û diyar kir ku ji ber vê yekê muzakireyên Astanayê nagihêjin encamê.

Li gorî ragihandina ajansa Sputnîkê, nav û heyetên dê beşdarî civînên Astanayê yên 23ê vê mehê bibin, diyar bûne. Heyeta birêveberiya Şamê ji 10 kesan pêk tê û nûnerê wê yê daimî li NYyê Beşar El-Caferî dê serokatiya wê bike. Dîplomat, siyasetmedar û rayedarên yekîneyên leşkerî û siyasî jî dê di nav heyetê de bin.

Ji aliyê din ve, heyeta dijberan ji 8 nûnerên komên xwedê giravî cîhadîst, 10 siyasetmedar, şêwirmendên hiqûqî û teknîkî pêk tê. Yek ji pêşengê Ceyş El-Islamê Muhemed Elûş dê serokatiya heyetê bike. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyeyê  jî dê tev li civînan bibe.

Herwiha ji aliyê ENKSê jî Serokê ENKSê Brahîm Biro, Alîkarê Serokê ENKSê Ebdulhekîm Beşar û Derwîş Mîrkan dê wek şêwirmend dê beşdar bibin.

Partiya Yekitiya Demokratîk a kurdên Sûriyê (PYD) ya ku bakurê Sûriyê xurt e û Tirkiyê wê wek rêxistineke terorê dihesibîne nehatiye vexwendin bo civînên Astanayê. PYD ji ber fişarên zêd yên Tikriye û grûpên dijberê hikûmeta Sûriyê ku Tirkiye û Erebistan piştgiriya wan dike nehatin vexwendin.

Hêjayî gotinê ye ku giringiyeke din a van civînan heye, komên çekdar rasterast hatine vexwendin ku di yên berê de ne beşdar bûn. Herwiha beşdarbûna Îranê vê carê û nebûna DYAyê jî xaleke balkêş e.

Dijber di van civînan de dê agirbesteke li seranserê Sûriyê, derxistina birîndaran ji hinek deveran û gihandina alîkariyan bixwazin, hikûmeta Sûriyê jî dê çareseriyeke mayinde ji bo kêşeya Sûriyê bixwazin.

Heta niha civîn û gotûbêjên Sûriyê bi serperestiya NYyê li Cenevreyê û welatên Ewropayê dihatin birêveberin lê vê carê li Astanayê tên lidarxistin ku wek encamekê ji kêmbûna bandoreke DYAyê li Sûriyê û zêdebûna ya Rûsyayê tê nirxandin.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed li bara civînên Astanayê ji Spûtnîkê re diyar kir ku ew nehatine vexwendin bo civînên Astanayê û wiha pê de çû: "PYD û TEV-DEM bi ti awayî nehatin vexwendin. Em wiha bawer dikin ku Rûsya dê careke din şaşiyeke wiha neke. Ji xwe em bawer nakin jî ku çareseriyeke ji van civînan derkeve. Çeteyên çekdar ên li Enqerê civiyabûn nikarîbû li hev bikin. Gelek rêxistinan diyar kirine ku bombebarankirin berdewam dikin û ji ber wê sedemê biryar dan ku tev li civînan nebin".