Serokwezîrê Tirkîyê hişyarî da parlemanterên AKP`ê
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim heşyarî da parlamenterên Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku derbarê hilbijartinên pêşwext û pêşbîniyên referandomê de nêrînên xwe nebêjin.
Li gorî rapora malpera rojnama Cimhûriyetê, Yildirim, di navenda partiyê de bi parlamenterên AKP`ê re civiya û got, daxuyaniyên ser hilbijartinên pêşwext yên bereya dijber in û divê parlamenterên AKP`ê nekevin pey van gotinan.
Yildirim da zanîn, pêşbîniyên derbarê encamên referandomê de jî, dibe ku lawazîyê bi xwe re bînin û ji parlamenteran xwest xwe ji tiştên wiha dûr bigrin.
Herwiha Yildirim got, di sîstema serokomarîyê de ji ber ku wezîr ji kesên derveyî parlamentoyê tên erkdarkirin, dê endamên MHP`ê jî wekî wezîr bên erkdarkirin.
Serokwezîrê Tirkiyê herwiha bal kişand ser nirxandinên têkildarî hilbijartinan û radigihand ku hilbijartin wekî hatiye plankirin, bi awayekî asayî yê di 2019`ê de pêk were.
Wî ragihand ku, “Pêwîstî bi hilbijartina pêşwext li Tirkiyê nîne. Hilbijartin wekî hatiye plankirin, bi awayekî asayî dê di 2019`ê de pêk were.
Opozisyona Tirkiyê, bi taybetî jî CHP û HDP`ê ragihandibûn, heger bendên destûra bingehîn a nû li Parlemetoyê bên pêjirandin, ew ê daxwaza hilbijartina pêşwext bixin rojevê.