Parlemanterekî Qezaqistanê: Balafira jordaketî ya Tirkîyê kelûpelên qaçax ên çînî bar kiribûn
Çile 19, 2017 17:38 Asia/Tehran
Parlemanterekî qirqîzistanî got ku barê balafira jordaketî ya Tirkîyê li derdora balafirgeha Manasê keûlepên qaçx ên çînî bû.
Li gorî rapora malpera nûçan a KG 24`ê, Umerbeg Tekîbayov serokê Partîya Atamekan`ê, parlimanter û endamê opozosyona Qirqîzistanê li bara jordaketina balafira barhilgir a Tirkîyê li Bîşkekê got: Balafireka Tirkîyê ku vê dawîyê li Qirqîzistanê jorda ket, kelûpelên qaçax ên çînî bar kiribûn û rayedarên dewletê hewl didin vê rastîyê veşêrin.
Wî parlimanterê qirqîzistanî got ku li gorî belgeyên şîrketeke tirk, biryar nebû ku ev balafira li balafirgeha navnetewî ya Manasê danê.