Valakirina balyozxana Tirkiyê li Têhranê beriya hilweşyana avahiya Pilaskoyê
Berpirsên şaredarî û rayedarên walîtiya Têharnê ragihandin balyozxana Tirkiyê li Têhranê li nêzîkî avahiya 15 qatî ya Pilaskoyê ku îro agir girt, pêştir hatibû valakirin.
Avahiya balyozxana Tirkiyê li Têhranê îro beriya hilweşyana avahiya 15 qatî ya Pilaskoyê hatibû valakirin.
Avahiya balyzoxana Tirkiyê ku ketiye kêleka avahiya Plaskoyê, di dema hilweşyana vê avahiyê xisar lê neket.
Avahiya Plaskoyê li Têhranê siba pênşemiyê ji ber agirgirtian berfireh li qatên jorîn rastî bûyerê hat û tevî hewêdanên berfireh ên erkdarên agirvemiarndinê ji ber giraniya gurriyên êgir ji nişêve hilweşya.
Balyozxanên Almanya, Inglîzê jî ku nêzîkî avahiya Pilaskoyê de , hatin valakirin.
Alîkarê ewlehiyê yê walîtiya Têhranê ragihand ku balyzoxanên Almanya, Brîtanya û Tirkiyê piştî hilweşyana vahiya Plaskoyê hatien valakirin.
Alîkarê ewlehiyê yê walîtiya Têhranê, Muhsin Hemedanî, ragihand: Beriya ku avahiya Pilaskoyê hilweşe derdora siet 10 ê sibê me ji balyzoxanên Almanya, Brîtanyayê û Tirkiyê ku ber tenişta vê avahiyê de ne, xwest ku avahiyên xwe vala bikin ku zûka hatin valakirin.
Wî her wiha diyar kir: Rêveberiya vê meselê ser milê rêveberiya qeyranê ya şaredariya Têhranê ye .