Çile 19, 2017 17:31 Asia/Tehran
  • Piştgiriya ji pergala serokatiyê li Tirkîyê ji sedî 43 ye

Li gorî rapirsiya Zanîngehekê, ji sedî 57 ji xelkê Tirkiyê li dijî sîstema serokatî ne. Herwiha ji sedî 71`ê welatiyên Tirkiyê difikirin ku krîza aborî heye û ji sedî 21.1 jî dibêjin krîza aborî tuneye. Ji sedî 60.2`yê dengdêrên AKP`ê û ji sedî 80 zêdetir dengdêrên CHP, HDP û MHP`ê difikirin ku li Tirkiyê krîza aborî pêk hatîye.

Zanîngeha Kadîr Has, encamên rapirsiya salê aşkera kirin. Li gor vê, her çiqas radeya piştevaniya sîstema serokatîyê li Tirkiyê zêde bibe jî negihîştiye asta sedî 50 û ji sedî 55`ê xelkê Tirkiyê dixwaze serokomar bêalî be.

Li gorî encamên rapirsiyê, di hilbijartineka giştî de, dengên AKP`ê ji sedî 44 in û HDP jî benda hilbijartinê derbas nake. Xelk, di asta sedî 70'ê de dibêjin li Tirkiyê qeyrana aborî heye.

Di lêkolîna zanîngehê de nîqaşên ekonomîk jî cih girtin. Li gorî anketê ji sedî 71`ê welatiyên Tirkiyê difikirin ku krîza aborî heye û ji sedî 21.1 jî dibêjin krîza aborî tuneye. Ji sedî 60.2yê dengdêrê AKPê û ji sedî 80 zêdetir dengdêrên CHP, HDP û MHPê difikirin ku li Tirkiyeyê krîza aborî qewimîye.