Êrişa firokên şerî yên Tirkiyê ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê
Bingehekî xwecî li bajarê Hewlêrê got: Firokên şerî yên Tirkiyê şeva bihurî pêgehên PKK`ê li navçên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê tev Tirkiyê bombebaran kirin.
Karvan Kerîmxan birêveberê pişka sînorî ya Sîdkanê li gotûbêja xwe ya îro opêncşemê tev ajansa nûçan a Sûmiriye News`ê, bilî ragihandina nûça êrişa firokên şerî yên Tirkiyê ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê destnîşan kir; Van firokên şerî yên Tirkiyê navça xwakurek li derûdora bajarê Soranê li parêzgeha Hewlêrê ku navçeyek di navbera Iraq, Tirkiye û Îranê ye bombebaran kirin.
Kerîmxan destnîşan kir; Li van êrişan kesên sivîl nehatine kuştin lê ji ber van bombebaranan tirs û xof ketiye nav xelkê navçê.
Tirkiyê ji sala 2013 paşdakişyana xwe ji nav axa Tirkiyê ragihand û paşê jî Tirkiyê li Tîrmeha sala 2015 pêgehên PKK bombebaran kir.