Çile 12, 2017 11:52 Asia/Tehran
  • Xelala Mafên Mirovan a Awistralyayê ji bo rojnamevana kurd; Aslî Erdoxan

Xelata binirx a Mafên Mirovan a Brono Krayêskoya Awistralyayê ji bo rojnamevana kurd li Tirkiyê, Aslî Erdoxan, hat terxankirin.

Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê rojnameya Cumhuriyetê, Awistralyayê xelata Brono AKrayêsko raberî Aslî Erdoxan ji nivîskarên rojnameya desteserkirî ya kurdî ya Ozgur Gundemê li Tirkiyê kir.

Aslî Erdoxan, rojnamevana kurd a rojnameya Ozgur Gundemê ku demek berî viya li Tirkiyê hat zindanîkirin û bi mercê derneketina ji welêt hatibû azadkirin, xelata Mafên Mirovan a Brono Krayêsko di ala 2016`an wergirt.

Li daxûyaniya derxistî ji aliyê vê sziyê da, egera raberkirina vê xelatê bo Aslî Erdoxan hewildanên bêrawestan ên wê li warê Mafên Mirovan di asta navneteweyî da hatiye zanîn ku bi pirraniya dengên taxima çavdêr hatiye bijartin.

Li vê daxûyaniyê her wiha hatiye ragihandin ku Aslî Erdoxan ji bo şopandina bêdadiyên pêkhatî û nivîsîna hin tiştan li vî warî da hêjayî wergirtina xelateke viha hatiye naskirin.

Ev xelat dê wek sembolek li hemberî hewildana ji bo binpêkirina Mafên Mirovan ji aliyê dewleta Tirkiyê va be.

Hêjayî gotinê ye ku xelata Brono Krayêsko ku ji sala 1979`an va her sal bo kesayetiekî naskirî yê cîhanî tê terxankirin, yek ji xelatên herî binirx û nasyar li warê Mafên Mirovan e û pêştir jî bo kesayetiyên girîng wek Kûfî Enan sikritirê pêşîn ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Leyla Zana ji siyasetvanên naskirî yên kurd li Tirkiyê hatiye raberkirin.