Çile 10, 2017 18:45 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Tirkiye xewnan dibîne

Li gorî nihêrîna Salih Musilim, Tirkiye nikare êrîşî Minbicê bike ku niha li destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye û li ser gotinên Tirkiyê ku gotibû em ê êrîşî Minbicê bikin, dibêje ku:" Dewleta Tirkiyê xewnan dibînin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Muslim, li gel malpera Sputnîka Rûsî da axivî û diyar kir ku zehmet e ku Tirkiye li operasyona Mertala Firatê de serkeftî be.

Di hevpeyvînê de nêrînên xwa wiha diyar dike ku Tirkiye ketiye nav tengasiyeke gelek mezin de û zehmet bikare  bajarokê Babê kontrol bike û rewşa niha vê yekê ji bo me diyar dike ku Tirkiye nikare Babê konrtol bike.

Di beşek din de wek gefekê ji bo Tirkiye dibêje ku eger Trikiyê gotiye  piştî Babê em ê Minbicê kontrol bikin, nikare û Tirkiye xewnan dibîne  ji ber ku xelkê Minbicê vê dijî êrîşa Tirkiyê rawestin û şerr bikn û di dawiye de dibêje, ne tenê Tirkiye, eger ku her aliyek din êrîşî Minbicê bike, wê xelkê Minbicê li dijî wan rawestin.