Kanûn 06, 2016 14:55 Asia/Tehran
  • Wikileaksê Eşkera kir: Zavayê Erdogan nifta qaçax ji DAIŞ`ê dikirî

Wikileaksê hinek belge belav kirin ku nîşan dide di navbera zavayê serokkomarê Tirkiyê û kirîna niftê ji grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê va peywendiî hene.

Li gor rapora ajansa nûçan a Rûsiya El-Yewm`ê, navenda Wikileaks`ê hinek belge belav kirin ku ji peywendiya navbera dweleta Tirkiyê û grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bar danûstandinên niftî xeber dide.

Wikileaks`ê ragihand ku dewleta Tirkiyê îzna kirrîn-Firotina niftê daye kompaniya Pawer Trans û ev kompaniya niha tawanbar e ku ji grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê nifta qaçax kiriye.

Li gor van belgeyên belavbûyî, di navbera Berat Albayrak wezîrê nifta Tirkiyê ku zavayê Erdogan e û vê kompaniyê ku ji DAIŞ`ê nift dikirî, peywendî heye.

Li van belgeyên belavbûyî namên zavayê Erdogan belav bûne ku 57 hezar û 934 postên elektronîk in û naveroka van naman jî dizivire sala 2012 ku wî tev kompaniya Pawer Trans peywendî hebû, dirust wê çaxê ku dewleta AKP heqê kirrîn-firotina niftê dabû vê kompaniyê.