Cotmeh 27, 2016 20:59 Asia/Tehran
  • Teqîna li ser riya trombîla eskerên Tirkiyê

Medyayên Tirkiyê ragihandin ku bombek li ser riya trombîla eskerên vî welatî li parêzgeha kurdtêdaye Diyarbekrê teqiya.

Li gor rapora ajansa nûçan a Dogan ,îro pêncşemê ji ber teqîna bombekê li ser riya karwanê eskerên Tirkiyê li  riya bajarê Xaniyê li parêzgeha Diyarbekrê 2 esker hatine kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên ewlehiya Tirkiyê li parêzgeha Bîngulê jî ragihandin ku ji ber teqîna bombekê li Kîqiyê hêzekî artêşa vî welatî hate kuştin.

Li gor nûçeyekî din ji ber gulleya qenasekê li bajarê Çokurcayê eskerekî din ê Tirkiyê hate kuştin.

Agirbesa di navbera kurdên Tirkiyê û dewleta AKP ku li Kanûna sala 2012 hatibû girêdan li Hezîrana sala 2015 û piştî teqîna Sûroçê li parêzgeha Şanlî Orfayê têk çû.

Ji wê çaxê şûnda carek din şer û pevçûna di navbera PKK û artêşa Tirkiyê destpê bû ku li van şer û pevçûnan gelek kes ji her du aliyan hatine kuştin.