Cotmeh 27, 2016 19:46 Asia/Tehran
  • Berfirehbûna hizûra eskerî ya Tirkiyê li bakûra Sûriyê

Serokkomarê Tirkiyê ji pilana Enqerê bona operasiyona dervesînorî ya artêşa vî welatî ya Mertala Firatê li bakûra Sûriyê yanî ji Helebê ber bi parêzgeha Reqayê xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê ragihand ku artêşa Tirkiyê li nav axa Sûriyê piştî derbasbûna ji bajarê Minbicê li parêzgeha Helebê dê bikeve nav parêzgeha Reqayê.

Erdogan di civîna îro ya Mixtaran de axaftinek pêşkêş kir got: yan dê hêzên PYD bi rihetî derkevine rojhilatê Çemê Firat yan jî wê bi zorê werin derxistin.

Erdogan wiha got, wan Dabiq ji destê DAIŞ`ê derxistin, niha wan berê xwe dane Babê, eger PYD û YPG derkevin hemberî wan, ewê nesekinin û şerê wan jî bikin, ewê ji Babê jî berê xwe bidin Munbicê.

Serokomarê Tirkiyê dîsa bal klişande ser Mîsaqî Milî û got ew tiştekî dîrokî, dokument û belge hene, lê çavên wan ne di axa Îraqê de heye ne jî di axa Sûriyê de.Ergogan eşkere kir ku wan ji dostên xwe yên Emerîkî re jî gotine, ewê şerê xwe li hemberê DAIŞ-PYD-YPG berdewam bikin.

Dewleta Tirkiyê bi mihana şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê û bêyî îzna dewleta Sûriyê kete nav axa Sûriyê û herwisa ragihand ku hedefa vê êrişê sekinîna li hemberî hêzên kurd yên Sûriyê ye.

Eva li halekê ye ku dewleta Sûriyê bicaran ev destdirêjiya ser axa xwe mehkûm kiriye û gelek ji saziyên navnetewî û şexsiyetên cîhanî jî ev siyasetên Erdogan mehkûm kirin.