Cotmeh 27, 2016 19:44 Asia/Tehran
  • Washington Post:

Nivîskarê rojnameya Washington Postê yê amerîkî David Ignatius îdia kiriye ku "Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Baregeha Încîrlîkê bi leşkerên derbekar re hevdîtin pêk anîn. Amerîka, YPG di nîvê rê de hêşt."

Nivîskarê rojnameya Washington Postê yê amerîkî David Ignatius di gotara xwe ya bi navê ‘Rojhilata Navîn dizane çima wê baweriyê bi Amerîkayê neyîne' de tektîkên şer ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn rexne kir.
David Ignatius di gotara xwe de got: "Amerîka dixwaze tekoşîna Tirkiyê ya li hemberî PKKê bi hostayî îdare bike, lê di wê polîtîkayê de bi ser neket." Ignatius îdîa kir ku heyeteke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Baregeha Încîrlîkê bi leşkerên derbekar re hevdîtin pêk anî. Ignatius got: "Amerîkayê, berî operasyona Minbicê di meha gulanê de bi pêşengiya YPGê heyeteke Hêzên Sûriya Demokratîk anîn Baregeha Leşkerî ya Încîrlîka Edeneyê û xwest cudahiyên navbera kurd û tirkan çareser bike lê ev hewldana Amerîkayê têk çû. Ew generalên tirk ku bi HSDê re hevdîtin pek anîn niha ser doza hewldana derbeya leşkerî hatine girtin."
Nivîskarê Washingtin Postê di berdewamiya gotara xwe de got: "Amerîka, li Iraq, Misir, Libnan û li cihên din jî hêzên ku piştevaniya wê dikirin û rîsk digirtin li pişta wan nesikinî. Niha jî Amerîka, li Sûriyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku tekoşînê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê dide di nîvê rê de hêşt û Amerîkayê li Rojhilata Navîn hevalbendiya xwe xistiye talûkê."