Cotmeh 27, 2016 10:50 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Obama û Erdogan li bara pêngavên li dijî  DAIŞ`ê û kurdan

Serokkomarên Amerîka û Tirkiyê li gotûbêja xwe ya telefonî li bara pêngavên din yên şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê û herwiha şerê li dij kurdan axivîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, Barack Obama serokkomarê Amerîkayê li hevpeyvîna xwe ya telefonî ya duh çarşemê tev Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li bara dewama gotûbêja di navbera Enqerê û Bexdayê li ser çawaniya hevkariya Tirkiyê li hevalbendiya dijî DAIŞ`ê li operasiyona azadkirina Mûsilê axivt. Obama pêşwaziya pişkdariya Tirkiyê li vê operasiyonê li çarçîva hevalbendiya dijî DAIŞ`ê kir.

Li daxûyaniya ku Koşka Sipî li bara vê gotûbêjê belav kiriye hatiye ku Serokkomarên Amerîka û Tirkiyê herwisa piştevaniya xwe ji parastina yekparçetiya axa Iraqê ragihandin.

Tirkiyê ji çaxê destpêbûna operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragihandiye ku pişkdariya vê operasiyonê dike û dewleta Iraqê jî neyariya xwe digel vê biryara Enqerê daye diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka û Tirkiye ji piştgirên sereke yên terorîstên wek DAIŞ û El-Nusreyê ne û niha dixebitin ku li operasiyona azadkirina Mûsilê serkirdên DAIŞ`ê bifilitînin da ku bi destê wan bigihêjin hedefên xwe.

Ji aliyê din ve Amerîkayê piştî îstifadeya ji kurdan bona pêşvebirina hedefên xwe niha piştgiriya Tirkiyê dike da ku wan serkut bike.