Cotmeh 26, 2016 10:18 Asia/Tehran
  • Tirkiyê li bara radestnekirina Gulen ji aliyê Amerîka va hişyarî da

Wezîrê dozgêriya Tirkiyê li bara dûhatên nebaş ên radestnekirina Gulen bo Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê va hişyarî da.

Li gor rapora telivîzyona Press TV`yê, Bekir Bozdag wezîrê dadwerîyê yê Tirkiyê duh sêşemê pêş sefera xwe ya ji bo Amerîkayê destnîşan kir ku çiqas Amerîka direngtir Fethullah Gulen rêberê Cemaeta Xizmetê radestî Tirkiyê bike ev yeka yê bandoreke xirab li ser peywendiyên navbera du welatan bike.

Dewleta Tirkiyê, Fethullah Gulen rêberê Cemaeta Xizmetê ya vî welatî ku li Pensîlvaniyaya Amerîkayê dijî sebebkarê sereke yê darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15`ê Tîrmeha bihurî dizane û ji dewleta Amerîkayê xwestiye ku wî radestî Tirkiyê bike lê karbidestên Amerîkayê heta niha ev xwesteka Enqerê cih neanîne.

Bekir Bozdag wezîrê dadwerîya Tirkiyê li van gotinên xwe Gelen û Bin Laden serkirdeyê berê yê El-Qaidê va, bi hevra qiyas kir û îdia kir; çawan Bin Laden serkirdeyê berê yê El-Qaidê bo Amerîkayê terorîstek dihate hisab, niha jî Gulen ji bo Tirkiyê wekî terorîstekî tê hisab.