Cotmeh 26, 2016 07:35 Asia/Tehran
  • Şaredara Dîyarbekra Tirkîyê hat girtinê

Şaredara Dîyarbekra Tirkîyê ji alîyê hêzên polîs ên vî welatî va hat girtinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Gulten Kişanak şaredara bajarê herîmezin ê kurdnişîn li Tirkîyê duh ji hêla polîsan va hat girtinê.

Feleknas ûca nunera gelê Dîyarbekrê li parlimana Tirkîyê ser bi HDP`ê li gotûbêja ligel malpera Îlerîhaber`ê got: Hêzên polîs ên Tirkîyê şaredarîya Dîyarbekrê dorpêç kirin û dest bi lêgerînê li nivîsgeha şaredêr û mala wê kirin.

Ûca bibîr xist ku Firat Anli endamê konseya bajarê Dîyarbekrê jî ligel Kişanakê hat girtinê.

Mêdyayên Tirkîyê jî ragihandin ku tîmên têkoşîna li hemberî têrorîsmê ev du kes girtine.

Dewleta Tirkîyê şaredarên deverên kurdnişîn bi heceta hevkarîya ligel PKK`ê digire û sergêrên AKP`ê datîne dewsa wan.