Cotmeh 25, 2016 13:34 Asia/Tehran
  • Teqînek li Antaliyayê

Medyayên Tirkiyê ji teqînekê li bajarê Antaliyayê xeber dan

Li gor rapora ajansa CNN Tirkê, Medyayên Tirkiyê ragihandin ku li avahiya odeya Bazirganiya bajarê Antaliyayê îro teqînek qewimî.

Hîn ji hejmara kuştî û birîndarên vê rûdawê tu raporek belav nebûye û tu aliyekê jî berpirsyariya vê teqînê negirtiye sikura xwe.

Hatiye ragihandin ku qirar bû civîna oda Bazirganiya Antaliyayê îro bi pişkdariya şaredarê vî bajarî birê keve.

Hejî gotinê ye ku mehên vê dawiyê êrişên bombeyî li dij polîs û hêzên çekdar ên Tirkiyê li bajarên curbicur ên vî welatî zêde bûne.

Polîsê Tirkiyê piştî vê teqînê teybîrên zav berçav girtine .