Îlon 27, 2016 19:15 Asia/Tehran
  • YPG: Artêşa Tirkiyê 6 zarok û 3 jinên sivîl kuşt

Artêşa Tirkiyê li Girê Spî gulle berda ser sivîlan da û di encamê de 6 zarok, 3 jin û bi giştî 9 sivîl kuştin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku di 26`ê Îlonê de, artêşa Tirkiyê, li gundê Kuheylayê yê bajarê Girê Spî, sivîl gullebaran kir. Li gorî daxuyaniya YPG`ê di encama vê gulebaranê de, 6 jê zarok, 3 jin  û bi giştî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku hêzên YPG`ê 4 kesên sivîl ji herêma gulebarana artêşa tirk, derxistine lê nekarîbûn xwe bigihînin cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane. Derbarê vê bûyerê de heta niha rayedarên dewleta Tirkiyê, ti daxuyaniyek belav nekirine.