Îlon 27, 2016 18:45 Asia/Tehran
  • Yekemîn kovara derûnnasiyê bi kurdî derket

Li Tirkiyê yekemîn kovara derûnnasiyê ya kurdî derket. Kovar di hejmara xwe ya pêşî de li mijarên zarok, şer û trawma rawestiya.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, kovara derûnnasiyê ya bi navê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya pêşîn ji weşanên J&J derket. Kovar ji 72 rûpelan pêk tê û ji bo mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê hatiye weşandin. Di kovarê de nivîsên bi zarên kurmancî û dimilkî (zazakî) hene. Di hejmara pêşîn de mijarên zarok, şer û trawma cih digrin. Di kovarê de derûnas, profesor, doktor, mamoste, nivîskar û akademîsyenan li ser psîkolojiyê nivîsandine.

Di nivîsa edîtorya kovarê de wiha tê gotin; Qonaxa ku em tê de ne, mixabin qonaxake şer e. Di vê qonaxê de her roj gelek bûyerên nebaş diqewimin. Bi hezaran mirov ji ber van bûyeran an dimirin an jî birîndar û koçber dibin. Ji ber vê yekê tendirustiya derûniya mirovan dikeve xetereyê. Bi taybetî di van qonaxên wisa de herî zêde zarok dikevin bin bandorên xetereya şer. Di vê rewşê de gelek pirsgirêkên derûnî rû didin: Trawma, stres, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û hwd. Ji ber vê sedemê me xwest ku bi taybetî mijara hejmara yekem derheqê trawmayê û bandora wê ya li ser derûniya zarok û ciwanan be. Bi vî awayî me xwest ku van nexweşiyên trawmayê û rêyên çareseriyê bidin nasandin.

Rêveberên kovarê diyar kirin ku her çar mehan carekê wê kovar hejmarên xwe nû bike. Çi kesên ku bixwazin kovarê dewlemendtir bikin dikarin li ser e-nameya kovarê nivîsên xwe bişînin.