Îlon 26, 2016 19:05 Asia/Tehran
  • Çawûşoglu: Operasyona Mertala Firatê divê ber bi başûr va bidome

Wezîrê karên derve yê Tirkîyê ragihand ku ev welata bi merema pêkanîna devereke ewleh li bakûra Sûrîyê, opêrasyona Mertala Firatê herîkêm 45 kîlomêtrên din ber bi başûrê axa Sûrîyê berdewam dike.

Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê li gotûbêja ligel kanala televîzyonî ya France 24 li bara operasyona Mertala Firatê got ku Tirkîye mumkin e ku bi merema avakirina devereke ewleh li bakûra Sûrîyê 45 kîlomêtrên din pêşda here.

Çawûşoglu herwiha got: Di qonaxa yekem da mimkin e ku em herîkêm 45 kîlomêtrên din ber bi başûr li nav axa Sûrîyê va pêşda herin. Wî idia kir ku ev kiryara jibo girêdana sînorê devera Minbicê pêwîst e û piştî wê li pratîkê devereke ewleh a 5 hezar kîlomêtrî pêk hatîye.

Wezîrê karên derve yê Tirkîyê Partîya Yêketîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) têrorîst bi nav kir û got ku hevkarîya Amerîkayê tev vê partîyê nayê qebûlkirin.

Serokomarê Tirkîyê jî got ku heke Amerîka kurdan li operasyona azadkirina Reqê pişkdar neke, em ê pişkdar bin.

Receb Teyîb Erdogan ragihand ku şertê Tirkîyê jibo hevkarîya ligel Amerîkayê li opêrasyona dijî DAIŞ`ê li Reqê eva ye ku kurd li vê opêrasyonê pişkdar nebin.

Erdogan dema vegera ji New Yorkê herwiha li ser vîyana Tirkîyê jibo pişkdarîya li opêrasyona dijî DAIŞ`ê li parêzgeha Mûsil a Iraqê sekinî. Eva li halekî ye ku rayedarên iraqî ji wan serokwezîrê vî welatî bi caran li ser pêwîstîya derketina hêzên Tirkîyê ji axa Iraqê û neyarîya li hemberî pişkdarîya van hêzana li opêrasyona Mûsilê sekinîne.

Li gorî rapora kanala TRT`ê jî, Îbrahîm Kalin berdevkê Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê  got: Helwêstên me li hember PKK û PYD`ê  bûne sebeb ku hin kes wiha fikir bikin ku Tirkîye li dijî serketina kurdan e û li hemberî wan astengîyan derdixe. Wî herwiha got: Tirkîyê tu pirsgirêkek bi kurdan re tineye, pirsgirêka Tirkîyê bi PKK`ê ra heye.