Erdogan dema destpêbûna opersyoan Mûsilê eşkere kir
erokkomarê Tirkiyê eşkere kir ku artêşa Iarqê bi alîkariya pêşmergan muhtemel e 19 Cotmehê operasyona Mûsilê destpê bike.
Li gorî rapora kanala NTV`yê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li gotûbêja tev medyan got: Me hin lêzanîn dest xwe de hene ku nîşan didin artêşa Iraqê muhtemel e 19 Cotmehê operasyona azadkirina bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê destpê bike. Em divê amadeyî vê operasyonê bibin.
Erdogan ser giringiya hevkariya pêşmergan tev hêzên ereb li vê operasyonê tekez kir.
Vê dawiyê berpirsên emerîkî jî ragihandibûn ku operasyona artêşa Iraqê jibo azadkirina bajarê Mûsilê Dê Cotmehê destpê bibe. Artêşa Iraqê di vê çarçovê de bajarê Şerqatê li parzêgeha Selahedîn û Qiyarê li başûrê Mûsilê azad kiriye.
Bajarê Mûsilê meqera sereke ya DAIŞê li Iarqê tê hesabê ku muhtemel e azadkriina wê pir bikêşe lê azadkirina vî bajarî tê wateya şikesta tam a DAIŞê li Iraqê.