Tebax 30, 2016 17:02 Asia/Tehran
  •  10 endamên PKK`ê li Tirkiyê hatin giritn

Deh kes ji endamên PKK`ê li encama operasyona berfireh ku li dijî meqerên vê partiyê li bajarê Şemzînanê li parêzgeha Hekariyê cih hat, hatin girtin.

Li gorî rapora Trend Newsê, walîtiya Hekariyê roja sêşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku li encama operasyoneke berfireh li dijî meqerên PKK`ê li bajarê Şemzînanê li parêzgeha Hekariyê, 10 kes ji endamên vê grûpê girtin.

Walîtiya Hekariyê her wiha da zanînê ku hinek çek û sîleh li meqerên PKK`ê keşf kirine.

Hejî gotinê ye ku ji dema destpêbûna pevçûnan navbera endamên PKK`ê û hêzêzn dewletê yên Tirkiyê di Hezîrana 2015`an  da bi sedan kes ji her du alîyan hatine kuştinê.