Tebax 30, 2016 15:49 Asia/Tehran
  • 9 rojnamevan û nûçegihanên din li Tirkîyê hatin girtin

Hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê îro di encama opêrasyoneke hevgav da, 9 rojnamevanên tawanbarê têkilîya bi Tevgera Xizmetê ra li 3 bajaran girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, dozgerîyê fermana girtina 35 nûçegihan û rojnamevanî daye û 9 kesên hanê li bajarên Izmîr, Istenbol û Enqerê hatiner girtinê û hewldana polîsan jibo girtina tawanbarên din didome.

Tê gotin ku 18 nûçegihan berî ku fermana girtina wan bê dayîn, ji Tirkîyê derketine. Ev nûçegihan tawanbarê endametîya li koma têrorîst a tevgera Xizmetê bi serokatîya Fetulah Guleni ne.

Tirkîyê, Fetulah Gulen û kesên ser bi tevgera wî tawanbar kirine ku sazîya têrorîst a Feto`yê pêk anîne û derbe l idijî dewletê bi rê xistine.