Destpêbûna fîrina balefirên Tirkiyê ber bi Şerm Ul-Şêxê
Tebax 24, 2016 20:34 Asia/Tehran
Balyozxana Tirkiyê li Qahirê ragihand: Hêla hewayî ya Tirkiyê meha tê firînên xwe ber bi Şerm -Ul -Şêxa Misrê destpê dike.
Li gorî rapora Reuters`ê li daxûyaniya roja çarşemiyê ya balyozxana Tirkiyê li Qahirê hatiye: Şîrketa balefiran a Turkîş Airlaynê yekim şîrketa ku piştî buyera ketina balefira Rûsiyê li sala 2015`an firînên xwe rawestand, xebata xwe li Misrê destpê dike.
Li vê daxûyaniyê hatiye ev şîrketa 4 firînan li heftiyê ber bi vî welatî va cih tîne.
Dewletên Rûsiyê û Inglîzê şîrketên balefiran ên welatên xwe ji ber fukarên ji firîna ber bi Şerm -Ul-Şêxê qedexe kirine.
Firînên balafirên Tirkiyê ber bi Şerm Ul-şêxê li sala çûyî û piştî teqînê û ketina balefira Rûsiyê li Misrê hatin rawestandin.