Kanûn 22, 2015 20:24 Asia/Tehran
  • DAIŞ koleyên cinsî li bazara reş a Tirkiyê difiroşe

Koma têrorîst a DAIŞ'ê jin û keçikên êzdî wek koleyên cinsî li bazara reş a Tikriyê difiroşe.

Koma têrorîst a DAIŞ'ê jin û keçikên êzdî li bazarên nepenî û binerdî yên bajarê Xazî Entaba Tirkiyê wek koleyên cinsî difiroşe. Ev bajara nêzikî tixûbên vî welatî ligel Sûriyê ye.

Li ser esasa rapora nûçegihanê ajansa nûçeyan a NDR'a Almanyayê, koma çeteyên DAIŞ'ê jinan û heta zarokan li bazareke kolefiroşiyê bi riya malperên întêrnêtê raber dike û ji vê riyê diraveke zêde qazanc dike.

Li vê raporê hatiye ragihandin ku jin li bazara reş a firotina koleyan tên raberkirin û bo her kesê ku bihayê herî zêde pêşniyar bike, tên firotin.

Bihaya jinan li vê bazarê renge di navbera 15 heta 20 hezar dolarî be. Piştî pêkanîna danûstandinê, dirav ji riya hinek navbeynkarên tirk digihêje destê çeteyên DAIŞ'ê.

Kurdên êzdî firqeyeke mezhebî û kevn in ku hinek ji wan li navçeya Şingalê li bakûrê Iraqê ne. Di roja 3'ê Tebaxa sala 2014'an da, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî ser vê deverê kirin û hevgavê vê êrîşê hêzên kurd ên çekdar taybetî Herêma Kurdistana Iraqê nasyar bi Pêşmerge ku piranî ji Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî bûn xelkê êzdî bi tenê hiştin û reviyan.

Çeteyên DAIŞ'ê, Şingal û derûdora wî dagîr kirin û çend hezar ji kurdên êzdî (herîkêm 5 hezar kes) kuştin, bi hezaran jin û keçik û zarok revandin û bi dehan hezar kurdên êzdî jî aware bûn.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ev kiryara DAIŞ'ê li Şingalê wek nijadkujî bi nav kir.