Komîsyona NY'yê ya têkildarî lêkolînên li ser Sûriyê ragihand, "Êrîşên Tirkiyê ser deverên Kurdnişîn ên Sûriyê sûcên şêrr in."
Li gor amarên rêxistinên serbixwe, di encama êrişên esmanî yên Tirkiyê ser navçeyên Kurdnişîn li Sûriyê nêzîkî 50 kes hatine kuştin û av û cereyana 2 milyon rûniştiyên vê navçeyê qut bûye.
Ji ber êrîşên Tirkiyê xebata hêzgeha karebayê ya Til Temirê li bakurê Sûriyê rawestiya.
Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku dewama êrîşên Tirkiyê rê li ber têkoşîna dijî terorê asteng dike û daxwaz kir, "Bila civaka cîhanî pêşiya zêdexwaziyên Tirkiyê bigire."
Li bakur û rojhilatê Sûriyê dermanên pêwîst ji bo nexweşxaneyan peyda nabin.
Kurdên Sûriyê bi tekeziya ser vê yekê wan têra xwe derfet ji bo ragirtin û mehkemekirina zîndaniyên DAIŞ'ê yên di destê xwe da tunene, ji civaka navneteweyî xwestin ku zîndaniyên biyanî yên DAIŞ'ê vegerînin welatên wan.
Rayedarên Kurdên Bakur û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ragihandin, Pirsgirêka zarokên di destê DAIŞ'ê da ji bo paşeroja hemî cîhanê xeteriyeke mezin e.
Di hevdîtina Bişar Esed û Elêksandêr Lavêrêntîv Şandiyê taybet ê Pûtîn da Rûsya û Sûriyê li hemberî her cûre siyasîkirina dosyeya penaberên sûrî dijberiya xwe diyar kirin.
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê qala şandina hêzeke berbiçav a Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya Têkoşîna dijî DAIŞ'ê bo meydana gazê ya bin kontrola Kurdên Sûriyê li rojhilatê Dêrazorê kir.
Rêxistineke lêkolînî li Amerîkayê ragihand ku hejmara baregehên Hevpeymaniya Navneteweyî ya qaşo dijî DAIŞ'ê bi serokatiya Amerîkayê li navçeyên bin kontrola Kurdên Sûriyê zêde bûne.