Artêşa Tirkiyê di navbera Til Temir û Zirganê de sewqiyatan pêk tîne
Çile 18, 2021 07:35 Asia/Tehran
Çavkaniyekî leşkerî eşkere kir ku artêşa Tirkiyê li gundê Til Menax ê di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de, sewqiyatên leşkeri pêk tîne, her wiha tankan jî sewq dike.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li gundê Til Menax ê li bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê, sewqiyatên leşkerî pêk anîn.
Heman çavkanî daxuyand ku artêşa Tirkiyê satirên axî ji ser girê gundê Menax rakirin û tankên xwe lê bi cih kirin.
Girê gundê Til Menax girekî stratejîk ê li ser rêya di navbera Til Temir û Zirganê de ye.
Ev sewqiyat hemwextî zêdebûna êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser gundên Til Temir û Zirganê pêk tê.