Kanûn 05, 2020 09:24 Asia/Tehran
  • Îlham Ehmed: Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in

Di civîna ligel şandeya Belçîkayê de, Îlham Ehmed got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in, ji ber ku em bi Sûriyê re, ne bi aliyên derve re li çareseriyê digerin."

Li gorî rapopra ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevdîtina şandeya Belçîka ya bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re ya li avahiya meclisê ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Şandeya Belçîkayê ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, Rêveberê Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Philip Vanstatekiste, Endamê Komeleyê Rudy Malak û Rêveberê Saziya Child Focus a Piştgirî û Parastina Zarokên Wenda, Revandî û Qurbaniyên Destdirêjiya Cinsî Heidi De Paolo, pêk tê.

Şandeyê piştî ku serdana xwe ya li gel Daîreya Têkiliyên Derve bi dawî kir, serdana Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) ya li bajarê Qamişloyê kir. Şande ji aliyê Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û Cîgirê Desteya Serokatiyê ya MSD'ê Hikmet Hebîb û Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Cîhad Omer ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de Îlham Ehmed behsa dosyaya Sûriyê bi giştî û rêbazên çareseriyê kir.

Îlham Ehmed got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in ji ber ku em bi Sûriyan re, ne bi aliyên derve re li çareseriyê digerin. Em hewl didin ku Rêveberiya Xweser bibe nimuneyeke biçûk ji bo tevahî Sûriyê."

 

Serepeyv