Kanûn 04, 2020 20:19 Asia/Tehran
  • Li Efrînê di nav du hefteyan de herî kêm 30 kurd hatine revandin

Li Efrînê di nav du hefteyan de herî kêm 30 welatiyên kurd ji aliyê çete û çekdarên kirêgirtî yên Tirkiyê ve hatine revandin.

Dezgeha mafên mirov ya Efrînê ragihandiye, di nav du hefteyên borî de çekdarên Tirkiyê ketine malên kurdan û 30 kes revandine.

Li gorî agahiyan, ew kesên ku hatine revandin, 11 ji wan jin bûne û yên din in jî zilam. Navê hinek ji yên ku hatine revandin, wiha ye:

Xewla Nûrî Reşîd, Mewlûda Mihemed Cabo, Helîma Mûsa, Colêh Asya, Mihemed Carom, Ayîşa Hiso Hemîd, Ferîda Mihemed Hisên,Emîna Hemîd Henan,Şefîqa Mihemed, Ibrahîm Hisên Elîko û Delîl Reşîd Elîko.

Serepeyv