Kanûn 03, 2020 16:01 Asia/Tehran
  • SOHR: Zêde ji 900 mîlîtanên sûrî ji Qerebaxê vegeriyan Sûriyê

Rêxistina Zîrevana mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala vegeriyana zêde ji 900 çekdarên sûrî bo Sûriyê ji navçeya Qerebaxê kiriye.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê KRD newsê, Ramî Ebdulrehman, Rêveberê Rêxistina Zîrevana mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand: "Ez hêz ku ji aliyê Tirkiyê va jibo beşdariya di şerê Komara Azerbaycanê û Eremenistanê li ser Qerebaxê bo wir hatibûn şandin, piştî pêkhatina agirbesê li Qerebaxê bo Sûriyê hatine vegerandin û li navçeylên Efrîn, Bab û Cerablusê hatine bicihkirin."

Hêjayî gotinê ye, Tikriyê 2580 çekdarên sûrî bo alîkariya Komara Azerbaycanê di şerê Qerebaxê da şandibû ku ji vê hejmarê 293 kes hatine kuştin.

 

Serepeyv