Kanûn 03, 2020 09:24 Asia/Tehran
  • Tirkiye Zeytûna Efrîna dagirkirî difiroşe Amerîka û Ewropayê

Tirkiyê 90 hezar ton zeytûn û rûnê zeytûnê yê Efrîna dagirkirî firotiye Amerîka û Ewropayê.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Hawar Newsê, Li gorî lêzanînên bidesthatî ji çavkaniyên xwecihî, Tirkiyê ku piştî dagirkirina Efrînê bi awayekî berfireh dest bi hilberîna zeytûnê û jêgirtina rûnê Zeytûnê ji Efrînê kiriye, 90 hezar ton zeytûn û rûnê zzeytûnê şandiye Amerîka û Ewropayê.

Hêzên koma bi navê "Artêşa Azad a Sûriyê" li karistana Ebdîn Erebû ku piştî dagirkirina navçeya Cindîrisê li gundê Hemlîkeyê dest danîn ser wê, mijûlî hilberîna rûnê zeytûnê ne û piştî veguhestina bo Tirkiyê,  vê berhemê dişînin bzarên ewropî  ûamerîkî.

Hêjayî gotinê ye, Malpera Dayli 20ê jî beriya vêya di raporekê da qala veguhestina berfireh a zeytûn û rûnê zeytûna Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê va bo nav vî welatî û şandina bo bazarên ewropî û amerîkî kiribû.

 

Serepeyv