Kanûn 03, 2020 00:20 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê careke din av li ser Sûriyê qut kir

Rêveberiya bendava " Tişrîn" ragihand ku di salekî de ev cara duyem e ku dewleta Tirkiyê asta ava çemê Firat a ku derbasî axa Sûriyê dibe kêm kir.

Gerînendeyê bendava  "Tişrîn" Mihemed Terboş ji ajansa me re piştrast kir ku asta ava çemê Firat a ku diherike axa Sûriyê kêm bûye.

Mihemed Terboş diyar kir ku bendava hewcedarî avê bi rêjeya 300m² di xulekekî de ye da ku tûrbînekê ji bendava Tişrîn an jî bendava Firatê bixebite û kehrebê bide.

Kêmbûna avê bandorê kehrebayê ji bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha rêveberiyê bendavê ji ber girtina avê, hişyarî da.

Li gorî peymana di navbera dewleta Tirkiyê û Sûriyê de sala 1987`an, divê rêjeya derbasbûna avê nava axa Sûriyê 500 m² di xulekekî de be.

Dewleta Tirkiyê 6 bendav li ser çemê Firatê çêkirine, ji wan bendava Ataturk ku ji mezintirîn bendavên li Rojhilata Navîn e.

Serepeyv