Cotmeh 28, 2020 03:28 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya beşî hate ragihandin

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ji ber belavbûna Covid-19 qedexeya derketina derve ya beşî ragihand.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber belavbûna vîrusa koronayê bi biryara bi hejmara (173), qedexeya derketina derve ya beşê li herêmê (Covid-19) ragihand. Qedexe dê roja Înê 30'yê Cotmehê destp pê bike û 8'ê Mijdarê bi dawî bibe.

Biryar wiha ye:

"- Li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya beşî 10 rojan tê ferzkirin. Qedexeya derketina derve ji sibeha roja Înê 30-10-2020'an dest pê dike û 8-11-2020'an bi dawî dibe.

-Di dema qedexeya derketinê de, tevahî sûkên mezin û deverên giştî têne girtin, tenê dikanên bazirganî û madeyên xwarin û zebzeyan heta saet 15:00'an de vekirî dimînin, karên xwaringeh tenê ji bo pêkanîna daxwazên derve ye.

-Ji bilî (Nimêja Înê-Yekşema pîroz), li gel pêkanîna tedbîrên tenduristiyê yên xweparastinê, hemû cihên îbadetên têne girtin.

-Hemû cûre kombûn (Şahî, konê taziye, civîn û kongre) qedexe ne.

-Hemû welatî divê li cihên giştî, sûk û navnedên fermî li gorî biryara (93) ya 16-08-2020'an maskan li xwe bikin.

-Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangeh û baxçeyên zarokan dê dewam bikin bi şertê ku hemû tedbîrên xweparastinê yên ku Desteya Tenduristiyê û Desteya perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirine werin pêkanîn.

-Li hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzgeha parastin, jihevdûrketin, paqijiya kesayetî werin pêkanîn û li gorî pêwîstiyan hejmara endaman di saziyan de were kêmkirin.

-Tevahî nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û yên taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane û firne ne di nava qedexeyê de ne.

-Li gorî biryara bi hejmara (149) ya di dîroka 10-10-2020'an de ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin tevhî deriyên sînor wê vekirî bimînin."

 

 

Serepeyv