Cotmeh 27, 2020 17:31 Asia/Tehran
  • Çeteyên dewleta Tirkiyê bi mûşekan herêmên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin

Çeteyên dewleta Tirkiyê ji duh ve herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de (herêmên bêçek) topbarana dike. SOHR`ê diyar kir ku bi sedan mûşek li herêmê ketine.

Ji duh (duşem) ve çeteyên dewleta Tirkiyê bi dijwarî herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de topbaran dikin.

SOHR'ê piştrast kir ku çeteyên dewleta Tirkiyê bi sedan top û mûşek avêtine herêmên Hezarîn, El-Melacê, Tirmla, El-Dar El-Kebîra, Kefernbûl, Measeran, Seraqib, Xan El-Sibul, Dadîx, Cobas, Kefer Betîx li başûrê rojhilatê Idlibê. Tê gotin bi dehan kuştî hene.

Hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî herêmên li Ferîkê ya gundewarên Idlibê, El-Barê û herêmên di li çiyayê El-Zawiyê, Qeston û El-Ziyara li deşta El-Xab bakur bakurê rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Piştî ku balafirên şer nuqteyên çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirkiyê li rojavayê Idlibê li nêzî sînorê Îskenderon (Hatay) a dagirkirî bombebaran kirin, asta şerê di navbera her du aliyan de zêdetir bû.

SOHR'ê diyar kir ku di encama bombebarana Rûsyayê de zêdetirî 168 çeteyên Feyleq El-Şam hatine kuştin û birîndar bûne.

Serepeyv