Cotmeh 25, 2020 23:13 Asia/Tehran
  • Çeteyên girêdayî bi Tirkiyê li Serêkaniya dagîrkirî ala DAIŞê rakirin

Malperên tevna civakî dîmeneke ji xwepêşandekê li Serêkaniyê parve kir, di dîmenê de ala DAIŞ'ê xuya ye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Malperên tevna civakî, dîmenên xwepêşandanê li Serêkaniyê ya ku dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê dagir kirine, li dijî Fransayê parve kirin. Di xwepêşandanê de ala çeteyên DAIŞ'ê eşkere hatiya hildan. Ev yek îsbat dike ku çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê hene."
Hawar Newsê nivîsiye: "Ajansa me û gelek dezgehên ragihandinê gelek nûçeyên girêdayî hebûna çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê û Girê Spî weşandibûn, bi taybetî di dema êrişên Tirkiya ya û çeteyên wê yên li ser herêmê ku di 9'ê Cotmeha 2019'an dest pê kiribûn."

Serepeyv