Cotmeh 24, 2020 15:30 Asia/Tehran
  • 24ê Cotmehê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 238 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 238 kesên din bi koronayê ketine.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), 'Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' ragihand ku 5 kesên din ku bi koronayê ketibûn jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine jinek û mêrek ji Hesekê ne, jinek din û mêrek ji Minbicê ye û mêrek ji Dêrikê ye.

Mistefa diyar kir ku 238 kesên din bi koronayê ketine ji nav wan 135 mêr in û 103 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 18

Qamişlo: 21

Dêrik: 31

Girkê Legê: 10

Rimêlan: 1

Amûdê: 3

Dirbêsiyê: 4

Kobanê: 44

Reqa: 44

Minbic: 27

Tebqa: 26

Dêrazor: 9

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 7 kes baş bûne

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê (Covid_19) gihîşt 3 hezar û 625 kes, jê 109 kes jiyana xwe ji dest da û 665 kes baş bûne.

 

Serepeyv