Cotmeh 24, 2020 07:42 Asia/Tehran
  • Êrîşeke mûşekî ser çeteyên girêdayî bi Tirkiyê li Cerablusê pêk hat

Çavkaniyên nûçeyan Îniyê bi şev qala êrîşa mûşekî ser bajarê Cerablusê li parêzgeha Helebê ya bakurê Sûriyê kirin.

Kanala Meyadînê ragihand ku bazareke girêdayî bi çeteyên çekdar ên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê ketiye ber êrîşa mûşekî.

Li gorî ragihandina kanala Meyadînê, Di vê êrîşê da herîkêm 15 kes hatine kuştin an birîndar bûne.

Bajarê Cerablusê li bakurê rojhilatê parêzgeha Heleba Sûriyê di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya vî welatî da ye.

Artêşa Tirkiyê di sê salên bihurî da hin navçeyên bakûrê Sûriyê dagir kirine.

Tirkiye ji piştgirên sereke yên komên çete û têrorîst li Sûriyê ye.

 

Serepeyv