Cotmeh 22, 2020 17:22 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​22ê Cotmehê; Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 136 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku kesekî din li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi koronayê miriye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê mirî mêrek ji Hesekê ye.

Mistefa destnîşan kir ku 136 kesên din bi koronayê ketine, ji nav wan 76 mêr in û 60 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 18

Qamişlo:28

Dêrik: 44

Gikê Legê: 17

Çilaxa: 8

Rimêlan: 4

Amûdê: 7

Tirbespiyê: 3

Dirbêsiyê: 4

Kobanê: 2

Reqa: 1

Mistefa da zanîn ku 12 kesên ku berê bi koronayê ketibûn, niha baş bûne.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 3 hezar û 387 kesan, ji wan 104 kesan jiyana xwe ji dest daye û 658 kes jî baş bûne

Serepeyv