Cotmeh 20, 2020 10:40 Asia/Tehran
  • Têrorîstên girêdayî bi Tirkiyê mal û heyitiyên gundên bakurê Helebê talan dikin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li parêzgeha Helebê bi daxuyaniyekê cinayetên nû yên komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li bakurê vê parêzgehê aşkira kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Têrorîstên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê bi êrîşa ser malên welatiyan li gundên bakûrê parêzgeha Helebê, mal û heyitiyên wan talan dikin.

Li gorî ragihandina vê rêxistinê, têrorîstên bin sîvana piştgiriya Tikriyê çend mal li gundê Emro Oşaxî ya bakurê parêzgeha Helebê jî dagir kirine û wek baregeh bi kar tînin.

Aniha hin navçeyên bakurê Sûriyê di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya vî welatî da ne.

Tirkiye ji piştgirên sereke yên komên têrorîst li Sûriyê ye.

 

Serepeyv