Cotmeh 18, 2020 08:18 Asia/Tehran
  • Li Kobanê cotkaran dest bi amadekariyên mewsima nû kirine

Cotkarên Herêma Kobanê dest bi amadekariyên mewsima nû ya çandiniyê kirine. Lê buhabûna madeyên çandiniyê ji wan re dibe pirsgirêk. Gerînendetiya Çandiniyê ya Kobanê diyar kir ku dest bi belavkirina tov û semadê li cotkaran kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Bi nêzbûna demsala zivistanê re, cotkarên Kobanê amadekariyên mewsima çandina zivistanê dikin. Çandinî çavkaniya sereke ya qûta wan e, bi hezaran hêktaran diçînin. Bi awayekî sereke genim û ceh û hwd tên çandin.

Di salên dawîn de ji ber gelek sedeman, di nav de kêmbûna semadê berhemên çandiniyê paş ket. Kêmbûn û buhabûna nirxê sedamê bû sedem ku gelek cotkarên Herêmê dest jê berdin. Dîsa jî şewata li zeviyan beriya çinîna mewsimê ye bandoreke neyênî li cotkaran kir.

Ev sal jî ji 4 salên borî ne cudatir e. Cotkarên li gundewarên Kobanê dest bi cotkirina zeviyên xwe kir, lê li gel wê jî pirsgirêk hene, jê jî derengmayîna barîna baranê, wernegirtina sotemeniyê ji bo cotkirina zevî. Wê jî hişt piranî cotkar pişta xwe bidin sotemeniya sobeyan, da ku zeviyên xwe cot bikin.

Cotkar Meirûf Ebas di vî warî de wiha got: "Destpêkirina mewsima çandiniyê ya îsal dijwar e. Ji ber her tiştê girêdayî çandiniyê buha ye, bi taybet tov ji par bahatir e. Li gel wê jî şewatên zêde li zevî û derengmayîna barîna baranê yên salên borî jî bandor kir."

Muslim Hemo yê xwediyê trektora çandiniyê diyar kir ku îsal her tişt bi dolarê ve girêdayî ye. Buhayê cotkirina zeviyan li gorî buhayê parçeyên alavan ne zêde ye. Hemo bang li Rêveberiya Xweser kir ku bo madeyên guncaw ên çandiniyê desteka cotkaran bike.

Cotkar Ferhad Dirêî jî bang li aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser kir û wiha axivî: "Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku di belavkirina tov û semadê bi deyn destekê bide cotkaran û berhemên wan di havînê de derxînin, ji ber ku ne wisa be dê zirar li cotkaran bikin ku zeviyên xwe neçînin."

Îsal cotkar azarên buhabûna cotkirina zeviyan dikişînin. Lê xwediyên trektoran diyar dikin ku biha li gel parçeyên trektoran û lêçûnên dîtir guncaw e.

Ji bo cotkarên zeviyên bejî, ji 4 hezar ruxsetî zêdeyî hezar û 900 rûxset hatine belavkirin. Ji aliyekî din ve jî Gerînendetiya Çandiniyê ji bo zeviyên bejî, 686 hezar 600 kîlo gram genim li cotkaran bi bihaya 360 lîreya Sûriyê belav kir. Li gel wê jî 39 hezar û 400 kîlo gam ji semadê Ureya bi buhayê 17.5 dolar ji her tûrekî re hat belavkirin. Lê semadê Super phosphate 24 hezar û 350 kîlo gram heta niha bi buhayê 21 dolar ji her tûrekî re hat belavkirin. Lê li gorî zeviyên avî gerînendetî li benda bidawîbûna zeviyên bejî ye û dê piştre dest bi belavkirinê bike.

Hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê ya Herêma Kobanê Sewsen Daban destnîşan kir ku wan planeke çandiniyê ya belavkirina genim, mazot û semad li cotkaran û bi next danîne.

Sewsen Daban wiha domand: "Mazota taybet a zeviyên çandiniyê hê jî nehatine belavkirin. Ew jî bi sedema kêmbûna mazotê ya çandiniyê ye. Bi wê re jî Gerînendetiya Çandiniyê li vê nirxê itîraz kir û daxwaznameyeke din a zêdekirina nirxa mazotê rakir, dema nirxa guncaw pêk hat dê yekser li cotkaran bê belavkirin."

Çandina ceh a ku li herêmê zêde tê çandin, ji destpêka Mijdarê heta bi çend hefteyan beriya çandina genim ve pêk tê.

Serepeyv