Cotmeh 14, 2020 21:50 Asia/Tehran
  • Qamişlo; Çêkirina qewaxî, Pîşeya yekemîn a mirovahiyê

Qewaxî ji hunerên kevnar ên mirovahiyê ye û di roja îroyîn de dike winda bibe. Lê belê hin kesên wekî Mîsak Antonîk Bedros jî vê hunerê nifş bi nifş berdewam dikin. Ev jî çîroka Bedros û zarokên wî ye ku ev huner ji pêşiyên xwe wergirtiye û gihandiye îro.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Mirovahiyê beriya zayînê di salên 10.000’î de jiyana xwe ya nêçîrvanî-berhevkariyê guherand û derbasî jiyana xwecih bû. Dûre jî dest bi emilandina axê kir û ji wê derê hunera qewaxiyê derkete holê. Herî, wek navgîna sereke ya qewaxiyê di domana dîrokê de bi destê mirovan bi gelek awayan hate emilandin. Carinan dîwar bi heriyê hatin seyandin, carinan jî heriyê peykerên mirov û ajalan hatin çêkirin.

Qonaxên dîrokê yên beriya vedîtina nivîsê jî bi saya wan dîzik û cêrên ji heriyê, hatin ronîkirin. Lê mixabin ev hunera qewaxiyê ku mirov û ax digihandin hev û jê hunereke xweşik derdixist, bi geşbûna teknolojiyê re hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve çû.

Lê hin kesan jî jiyana xwe di vê oxirê de terxan kiriye. Mîsak Antonîk Bedros ji Qamişloyê ye û 65 sal e bi vê hunerê mijûl e. Bedros bi israreke mezin vê hunera kevnar a mirovahiyê didomîne.

MÎRATEYA 450 SALAN; HOSTATIYA DÎZIKAN

Hawar Newsê nivîsiye: "Mîsak Antonîk Bedros ji navçeya Norşîn a Bedlîsê ye û malbata wî ji ber komkujiya Osmaniyan a li dijî Ermenan a ji sala 1915 heta sala 1917’an, neçar dimîne koçberî bajarê Qamişloyê bibe. Bedros 65 salên xwe bi çêkirina dîzikan (kûz) derbas kirine û ev pîşeya ji bavê xwe hîn bûye, hînî 3 kurên xwe jî kiriye. Me bi Mîsak Antonîk Bedros ê 83 salî re têkildarî pîşeya wî ku ji bavê wî jê re wek mîrate maye û heta van rojan aniye, axivî."

Bedros dibêje di 12 saliya xwe de dest bi vê pîşeyê kiriye û wekî ku dest bi çîrokekê bike, serpêhatiya xwe vedibêje: “Bavê min ev kar hînî min kir. Bapîrê min hînî wî kiriye û ew jî ji bavê xwe hîn bûye. Anku ev 450 sal e ev pîşe di nava malbata me de berdewam dike. Şecereyeke malbata me hebû û sulaleya me tê de nivîsandî bû. Min jî hînî zarokên xwe kir. Tenê yek bi qasî ku bibe hosta, hîn bûye. Yên din jî dizanin heriyê amade bikin û di firneyê de sor bikin. Hin karên ku kurên min nikarin bikin, hê jî ez dikim.”

‘ME DI HER DEMSALEKÊ DE VEGUHAST GUNDEKÎ’

Bedros vegotina çîroka xwe wiha berdewam dike: “Berê me alav û amrazên xwe di her demsalekê de dibirin gundekî û em li wê derê dixebitîn. Em çûn gundên Çakirbazar, Uzumler, Xirbe Kuçikê, Merikê, Bira Basil, Sinceqê, Dîkê, Mirêkis û gundê li nêzî Serêkaniyê Dawûdiyê û li wan deran xebitîn. Li bajarokê Bisera yê Dêrazorê jî min 3 salan karê qewaxiyê kir. Hema bêje tevahiya alavên me ji dar dihatin çêkirin. Hesin nedihate bikaranîn. Berê zeytê mîlê ku sacê heriyê datînin ser jî peyda nedibû. Li şûna wê me dohnê sewalan bi kar dianî. Ev alava me jî pir kevn e. Ji bo ku em karê xwe pê bikin, me hinekî guherand. Berê tekera ku me bi pêyên xwe dizivirand, niha me bi dînamoyekê ve girê daye û wisa dixebitînin.”

Bedros destnîşan dike ku her cure ax ji bo karê wan nabe, axa bi navê “bilûn” tê zanîn, bi kar tînin û wiha pê de diçe: “Axa ku ji bo dîzikan kêrhatî ye, em peyda dikin û tînin. Em ewilî axê dişon û piştre bi pêyên xwe distrên. Paşê jî em bi destan distrên û datînin ser alava zivirandinê da ku teşe bidinê.”

Kurê Bedros, Anton Mîsak Antonîk jî diyar dike ku hunera qewaxiyê ji bavê xwe hîn bûye û dibêje: “Ez kurê Mîsak im. Ez vî karî ji bavê xwe hîn bûm. Em ji komkujiya Ermenan reviyan û hatin vir. Ev 25 sal e ez vî karî bi 2 birayên xw re dikim. Ev pîşe ji pêşiyên me, ji me re ma. Ji ber ku bavê min kal bûye, êdî em dixebitin.”

Anton têkildarî karê xwe yê rojane jî wiha dibêje: “Saetên diyarkirî ji bo tune ne, li gorî hewcedariyê ye. Em li ser daxwazan dixebitin. Bazirgan tên û daxwazên xwe dibêjin. Em tiştên wekî cêrên dawetan, cêrên avê û guldankan çêdikin. Cêr bi giştî ji bo avê tên bikaranîn û mesela dema ku kesek ji leşkeriyê vegere yan jî hêviyeke wan pêk were, cêran distînin. Her wiha kesên ku dîzikên mezin ên avê dixwazin jî hene. Ji ber ku di dizîkê de oksîjen heye, nahêle av xira bibe.”

 ‘KEDÊ EM DIDIN LÊ BAZIRGAN KAR DIKIN’

Mîsak Antonîk Bedros wiha lê zêde dike: “Beriya 40 salan ên ku ev kar dikir, hebûn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî qewaxiyê didomînin bi tenê em mane. Em berhemên xwe difiroşin bazirganan û ew jî dibin herêmên din û difiroşin. Lê em nikarin pê debara xwe bikin. Ji ber ku em berhemên xwe bi erzanî difiroşin. Keda vî karî em didin lê karê zêde yê bazirganan e. Ez heta axê jî li gel heqê wê yê veguhastinê, pir biha dikirim. Em 3 kes dixebitin. Dîsa jî debara me pê nabe. Lê jê çêtir e ku em li cem hinekên din wek karker û hemal bixebitin. Ji bo sorkirina dîzikan em agirê daran bi kar tînin. Wan daran jî em gelek caran ji bermahiyên necaran peyda dikin.”

 

 

Serepeyv