Cotmeh 13, 2020 14:37 Asia/Tehran
  • Çeteyên Tirkiyê gundên Idlibê  topbaran kirin û artêşa Sûriyê bersiv da

Çeteyên dewleta Tirkiyê herêmên li gundewarên başûrê Idlibê kirin hedef û toparan kirin û hêzên Artêşa hikumeta Şamê jî deverên ku çete û terorîst tê da ne li herêma Idlibê gullebaran û topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di berbanga îro de hêzên hikumeta Şamê topbarana xwe li ser çiyayê Zawiye yê ku navê “herêmên bêçek" lê kirine despê kir, her wiha çeteyên dewleta Tirkiyê a dagirker Kefernbûl û Hezarîn li gundewarên başûrê Idlibê hedef girtin.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumetê herêmên Fetîre, Sefhûn, El-Barê û Kensefra li gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan hedef girtin û çeteyên dewleta Tirkiyê jî Kefernbûl, El-Mlace û Hazrîn a başûrê Idlibê topbaran kirin.

Serepeyv