Cotmeh 07, 2020 16:48 Asia/Tehran
  • Efrîn – 8 kes ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin

Çeteyên ser bi dewleta Tirkiyê, 8 kes ji 2 gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja duyem a vê mehê ve 3 xort ji gundê Maratê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ednan Cincî 23 salî, Mistefa Ebdilrehman Xelîl 24 salî, Besam Ebdo Qilêç 17 salî.

Wê saziyê da zanîn jî, çeteyan piştî çend rojan Besam Ebdo Qilêç ê 17 salî berdan û du kesên din hîna çarenivîsa wan ne diyar e.

Wê rêxistina mafên mirov ragihand jî, 5 kes ji bajarokê Mabeta ji aliyê Polîsa Leşkerî ve hatin revandin û piştî ji her kesekî 600 Lîreyên Tirkî standin, ew berdan.

Serepeyv