Cotmeh 06, 2020 10:53 Asia/Tehran
  • Li bakurê Sûriyê; 900 çeteyên DAIŞ’ê tên darizandin

Li gorî daxwaza "Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ya avakirina dadgeheke navneteweyî ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî, 900 çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê li pêş Dadgeha Parastina Gel tên darizandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Dosyaya çeteyên DAIŞ’ê li ser asta cîhanê ji dosyayên herî bi girêk e. Di girtîgehên "Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" de bi hezaran çeteyên ku sûcên hovane li dijî mirovahiyê, ji qetilkirin, şewitandin, revandin, wêrankirin û dizînê pêk anîne, hene.

Tevî xeteriya dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, lê civaka navneteweyî jê direve, paşguh dike û berpirsiyariyê hilnagire.

Niha li girtîgehên "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" nêzî 19 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene, jê 12 hezar DAIŞ’iyên sûrî, 5 hezar DAIŞ’iyên iraqî û 2 hezar DAIŞ’iyên biyanî ku ji 55 dewletên biyanî ne.

Niha çeteyên DAIŞ’ê yên welatiyê sûrî li pêş Dadgeha Parastina Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên darizandin.

Girêdayî mijarê, endamê "Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Elî" got, ji destpêka 2020’an de 900 çeteyên sûrî li pêş Dadgeha Parastina Gel tên darizandin.

Elî diyar kir ku darizandina çeteyên sûrî berdewam e û ranewestiye. Lê li gorî çeteyên biyanî, hê tu kes heta niha nehatiye darizandin.

Tu aliyekî navneteweyî heta niha tu alîkarî ji Dadgeha Parastina Gel re der barê darizandina çeteyên DAIŞ’ê de nedan, tevî lidarxistina Meclisa Edaleta Civakî ya civînan bi gelek hêz û dewletên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê re jê jî Brîtanya, Fransa û şandeya parlamentoya Almanyayê.

Elî di vî warî de pişrast kir ku tu piştevanî ji dadgehê re, ji bilî mijarên lojistî di girtîgehan de, nehatine pêşkêşkirin."

"CIVAKA NANVETEWEYÎ NE HEVKAR E"

Li gorî Hawar Newsê, "Elî da zanîn ku gelek astengî di tevahî aliyan de li pêşberî wan in, jê dadger û dedaktîf, rola dozgerî û girtîgehan, kêmbûna hejmara wergêran. Li gel wê rewşa ewlehî di encama êrişên Dewleta Tirkiyê ên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya nearam heye, nehevkariya civaka navneteweyî di dosyaya girtiyên DAIŞ’ê de heye.

Elî got, li gel piranî çeteyan sicilên şexsî tune ne, anku tu isbatên şexsî yên girtiyan tune ne. Tenê navê wî ya di nava çeteyên DAIŞ’ê de heye. Elî wiha pê de çû: "Ji lew re me daxwaza avakirina komîteyek bi Koalîsyona Navneteweyî re ji destpêka rizgarkirina bajarokê Baxozê de, kir da ku vê pirsgirêkê çareser bike. Lê heta niha tu bersiv nehatiye."

Çeteyên sûrî li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser bi taybet destûra bi jimareya 20’an a ku "Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê" di 2014’an de derxistiye, tên darizandin. Her wiha heke tu naveroka cezakirina sûcê di qanûnên Rêveberiya Xweser de tunebin, li qanûna Sûriyê vedigierin. Di qanûnên Rêveberiya Xweser de cezaya darvekirinê tune ye û zarokên kêmî 17 saliyê nahên darizandin.

Xalid Elî destnîşan kir ku pêwîstî bi avakirina dadgeheke navneteweyî heye ku çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Dadgeha Parastina Gel gelek caran bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne û hejmara wan nêzî 2 hezar çeteyên ji 55 dewletan e, ava bikin. Tevî sozên gelek dewletan, lê tu berisva wê ya rasteqînî tune ye. Bi wê re barekî din li ser Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên peywendîdar çêdike."

 

 

Serepeyv