Îlon 26, 2020 16:24 Asia/Tehran
  • Aldar Xelîl: PYNK'yê amade ye kursiyên xwe bi ENKS`ê re parve bike

Aldar Xelîl diyar kir PYNK'yê amade ye beriya hilbijartinan kursiyên xwe bi Rêveberiya Xweser û ENKS'ê re parve bike û piştrast kir ku têkiliyên wan bi tevahiya aliyên li Sûriyê dikin re hene.

Li gorî rapora Hawar Newsê, "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê dawiyê de gelek pêşketinên girîng rû dan. Jê, civîna ku di navbera ENKS û PYNK`ê de di çarçoveya pêkanîna yekitiya neteweyî de çêbûye. Her wiha serdana nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê James Jeffrey ji herêmê re. Bicihkirina pêşmergeyên Roj ên ser Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li sînorên di navbera Kurdistana Sûriyê û Herêma Kurdistanê Kurdistanê de."

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di gotûbêja digel Hawar Newsê wek bersiva pirsa "Di vê dawiyê de pynk û enks`ê di çarçoveya pêkanîna yekitiyê li hev civiyan, gelo dan û standin gihîştin kijan astê û mijarên ku li ser hatine lihevkirin çi ne?" got:

"Di navbera PYNK û ENKS`ê de civînên li ser bingeha lihevkirina siyasî çêbûn. Di wê demê de nîqaş di navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û ENKS`ê de çêdibûn. Lê piştî ku nêrîna siyasî bû yek, tevahiya partiyên PYNK`ê tev lê bûn, PYD`ê nûnertiya PYNK`ê ya ku ji 24 partiyan pêk tê kir û bi vî şiklî pêvajoya duyemîn a hevdîtinan berdewam kir.

Di pêvajoya duyem de sê mijarên girîng lêveger, rêveberî û parastinê hebûn. Girêdayî lêvegerê em dikarin bêjin ku ev mijar temam bûye û tu astengiyên cidî tê de nemaye. Karê wê ew e ku nûnertiya raya Kurdan li Kurdistana Sûriyê bike.

Ji aliyê nûnertiyê ve, me xwest ku hemû cihê xwe di vê lêvegerê de bigirin. Li ser vî esasî li hev kirin û bi rêjeya ji sedî 40 ji endamên lêvegerê ji PYNK`ê ne û bi rêjeya ji sedî 40 ji ENKS`ê ne. Rêjeya mayî yanî ji sedî 20 dê nûnertiya partiyên derveyî PYNK û ENKS`ê bike. Lê ji bo rêjeya ji sedî 20 gelek nîqaşên girêdayî rêbazên hilbijartina wê hatin kirin. Di dawiyê de hate lihevkirinê ku ENKS`ê bi rêjeya ji sedî 10 navan pêşkêş bike û PYNK`ê jî bi rêjeya ji sedî 10 navan pêşkêş bike. Bi vî awayî dê rêjeya lêvegerê ji sedî sed be.

Hejmara endamên lêvegerê 40 kes dê bi vî awayî werin belavkirin: 16 kes ji PYNK û 16 ji ENKS û 8 kesên din, 4 kes PYNK`ê diyar dike û 4 din jî ENKS`ê diyar dike

Piştre em derbasî mijara rêveberiyê bûn. Di vir de dixwazim îşaret pê bikim ku ENKS`ê di dirêjahiya salên borî de li derveyî herêmê bû. Niha jî dê tev li rêveberiya ji gelek salan ve ava bûye be. Ji ber wê mijara rêbaza tevlêbûnê bi awayekî dirêj hate nîqaşkirin. Me dît ku divê destpêkê hilbijartin li dar bikevin û li gorî encamên wê dê ENKS rêbaza tevlêbûna xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan bide. Lê rêveberên ENKS`ê diyar kirin ku hilbijartin dê li ser wan dijwar be û ew heta niha ne amade ne. Ji ber wê hewl dide beriya hilbijartinan tev li rêveberiyê bibe.

Divê dema pêkanîna hilbijartinan bê diyarkirin. Heta wê demê mînak heke piştî 9 mehan be yan jî salekê be, ku nîqaş li ser vê tê kirin, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û çawa karê wê dê nûnerên ENKS`ê cihê xwe di hin saziyên rêveberiyê de piştî lihevkirina bi rêveberiyê re, bigirin. Ev cih dê di nava kursiyên kurdan de be. Ruxmî ku yên ku tev li rêveberiyê bûn piştî hilbijartinan tev lê bûn. Lê dîsa ji bo dabînkirina serkeftina vê lihekvirinê û berdewamiya wê em ê alîkariyê ji rêveberiyê bixwazin. Her wiha PYNK`ê diyar kir ku ew amade ye hejmarek ji cihên xwe yên diyar bidin ENKS`ê. Lê dîsa jî dibêjim tu lihevkirinek girêdayî vî warî heta niha tune ye. Nîqaş û civîn girêdayî vê mijarê hîna berdewam in.

Heke ev gav bi ser bikeve, ji bo diyarkirina endamên wan di Meclisa Rêveber, Meclisa Edaletê û Meclisa Rêveberiyê de bi rêbazeke guncew li gorî qanûnan, dê rêyek ji bo tevlêkirina wan were nîqaşkirin."

 

Her wiha, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di bersiva pirsa "Li gorî dazgehên çapemeniyê hinekî nakokî di navbera her du aliyan de hene. gelo nuqteyên nakok ên herî girîng çi ne, daxwazên enks`ê ji hêla gelên bakur û rojhilatê sûriyê ve têne pejirandin an na?" da got:

"Gelek mijarên siyasî hene ku li ser hatine lihevkirin û divê ew qebûl bikin; rêveberî ne tenê ya Kurdan e. Tê de Kurd, Ereb, Suryan û Turkman hene. Vê rêveberiyê destkeftiyên mezin bi dest xistin. Rêveberî bi xwe destkeftiyek gelên herêmê ye. Mijarên wekî hevserokatî, azadiyê jinan, biratiya gelan û jiyana hevpar hîna nîqaş li ser tê kirin. Em ê bi hev re kar bikin da ku vê rêveberiyê pêş bixin. Heke pêşniyarên wan girêdayî rêveberiyê hebin em dikarin nîqaş bikin. Pêvajoya nîqaşkirina rêveberiyê hîna bi dawî nebûye û bi temamî li ser nehatiye lihevkirin.

Pêvajoya sêyem a mijara ewlehî û leşkerî ye. Ev mijar li ser nîqaş nehatiye kirin. Heke em bigihêjin vê pêvajoyê divê gelek mijar werin nîqaşkirin. Ne pêkan e ku du hêzên leşkerî li herêmê hebe ji bo ku kêmasî çênebin.

 

 

Serepeyv