Îlon 21, 2020 09:06 Asia/Tehran
  • PYNK`ê rapora Neteweyên Yekbûyî bi erênî nirxand

Hawar News: "Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd rapora Neteweyên Yekbûyê (NY) a girêdayî sûcên Dewleta Tirkiyê ên li dijî welatiyên kurd li bakurê Sûriyê bi erênî nirxand. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku dagirkirina herêmên kurdî û herêmên din ên Sûriyê ji hêla Dewleta Tirkiyê ve bi dawî bikin."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Komîteya lêpirsînê ya girêdayî Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê di 14`ê Îlonê de rapora xwe ya girêdayî sûcên ku li herêmên di bin dagirkirina Dewleta Tirkiyê de têne kirin, derxist."

Têkildarî mijarê, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) daxuyaniyek da raya giştî û tê de got: "Divê berpirsên wan sûcan werin darizandin ji ber ku sûcên şer pêk tînin."

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:

"Komîteya Lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe rapora xwe ya ku ji Meclisa Mafên Mirovan re ya girêdayî NY`î di dewreya wê ya 45`an de di demên di navbera 14`ê Îlonê û 2`yê Cotmehê de û dîroka wê vedigere 14`ê Tebaxa 2020`an pêşkêş bû, derxist. Di raporê de, tawan li dijî komên terorîst ên girêdayî Îtîlafa Sûriyê yên li herêmên kurd mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin sîwan û parastina Dewleta Tirkiyê de dimînin, hatin nîşandan.

Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku sûcên ku li wan herêman têne kirin mîna kuştin, talankirin, koçberkirin, îşkencekirina derûnî û bedenî, destavêtin, qirkirina olî û nijadî, talankirina berhemên dîrokî û olî yên herêmê, meşandina siyasta birçîkirin û dorpêçkirinê, desteserkirina bi malên şêniyên resen a bi zanabûn ji hêla komên çeteyan û gelek binpêkirinên din, digihêjin asta sûcên şer.

Em vê raporê ku beşek biçûk ji hovîtiya sûcên ku Dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê li dijî gelê Kurd li herêmên Kurd ên dagirkirî di çarçoveyek siyasî (ya) şermûk ji hêla Îtîlafa Sûriyê ve ya ku fermana xwe ji Dewleta Tirkiyê digire, bi erênî dinirxînin. Nexasim ku Dewleta Tirkiyê desteka rêxistinên terorîst ên cuda di serî de DAIŞ`ê dike û ewna derbasî nava artêşa nîştimanî ya Sûriyê kirin da ku ji civaka navneteweyî re bêje ku ew desteka DAIŞ`ê nake.

Di heman demê de ji bo hinek beşên taybet di raporê de yên girêdayî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, em agahiyên ku hatine nivîsandin red dikin û bang li komîteyê dikin ku serdana herêmê bikin û ji wan îdiayan piştrast bibin.

Em bang li civaka navneteweyî di serî de Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Amerîka, Rûsya, Konseya Ewlehiyê û rêxisitnên mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe rabin û sûcên hovane yên ku Dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê pêk tînin rawestînin. Dagirkirina herêmên Kurd û herêmên Sûriyê yên din bi dawî bikin. Berpirsên van sûcan darizînin ji ber ku sûcên şer in. Divê bi lez tevbigerin û rê li pêşiya harbûna Dewleta Tirkiyê û terora wê bigirin a ku bûye hîmeke belavkirina tevlihevî û terorê li herêmê, ji Sûriyê bigire heta bigihêje Iraq, Yewnanistan, Qibris, Ermenistan, rojhilatê Deryayê Spî, Yemen, Lîbya û gelek dewletên din."

 

 

 

 

Serepeyv