Îlon 19, 2020 22:38 Asia/Tehran
  • Efrîn - Çeteyên ser bi Tirkiyê zarokek 3 salî kuştin

Grubên terorîst ên ser bi Tirkiyê zarokekî kurd ê Efrînî dikujin û du welatiyan jî direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grubên çete li nava bajarê Efrînê gulle bi ser otombîlekê de berdan. Di encamê de zarokekî 3 salî bi navê Yûsif Osman hate kuştin.

Ji aliyekî din ve, wê rêxistina mafên mirovan ragihand, grûpa Ehrar El Şerqiyê ji roja 10 vê mehê ve jinek revandiye û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e. Navê wê jinê Meryem Şêx e û ji gundê Qêsim yê ser bi navça Raco ve ye.

Vê rêxistinê herwiha diyar kir ku grûpa Polîsa Leşkerî roja 17ê vê mehê welatiyê bi navê Murad Hacî Reşîd ji bajarokê Cindirêsê revandiye. Çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên terorîst ve, diyardeya teqekirin û avêtina gulleyan di nava bajêr de û kuştin û revandina welatiyan zêde bûye. pir caran welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Serepeyv