Îlon 19, 2020 16:45 Asia/Tehran
  • Trump:  Em tenê ji bo parastina petrolê li Sûriyê ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li ser mijara nefta Sûriyê, dibe ku em ligel Kurdan tevbigerin. Wî di vî halî de eşkere kir ku ew tenê ji bo parastina petrolê li Sûriyê ne.

Donald Trump di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Em ji Sûriyê vedikişin, em tenê neftê diparêzin. Neft kete destê me û serbazên me jî li wir hene ji bo neftê biparêzin.”

Trump eşkere kir: “Serbazên me li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê vekişiyane. Hejmareke mezin a serbazên me li wî sînorî hebûn. Herî dawî me hejmara wan bo 50 serbaz kêm kir, ew jî jiyana wan di metirsiyê de bû, çimkî du artêş bi niyaz bûn rûbirûyî hev bibin û serbazên Amerîkayê ku di navbera wan de bûn, metirsî li ser jiyana wan hebû.”

Serokê Amerîkayê got: “Em ji Sûriyê derdikevin û tenê bi petrolê ve eleqedar dibin, em ê piştre li ser vê mijarê jî biryar bidin. Li ser mijara petrolê, dibe ku em ligel Kurdan tevbigerin û em bibînin dê çi bibe. Lê em ji wî welatî derdikevin. Li Iraqê jî hejmareke pir hindik a serbazên me mane û em ê kêmtir bikin.”

Serepeyv